Bazirganiya bi mal û milkên şêniyên Kurd li Efrînê berdewam e

AFRINPOST-Taybet

Bazirganiya bi mal û milkên şêniyên Kurd li Efrînê di navbera çekdarên milîsên Ixwanî û niştedagîran de li Efrîna dagirkirî, di çarçoveya plana guhertina demografîk de dewam dike.

Çekdarên milîsan ji aliyekî ve demografiya herêmê diguherînin û ji aliyekî din ve jî pereyan bi rengekî ne rewa ji desteserkirina milkên şêniyan qezenc dikin û kiryarên wan berevajî bangeşeyên komîteya “vegerandina mafan” e.

Di vê çarçoveyê de nûçegihanê Afrinpostê ragihand ku niştedagîrekî ji bajarê Helebê 2 malên şêniyên bajarê Efrînê ku yek ji wan a Mistefa Elûş e, ji gundê Cebeliyê ye û mala wî li taxa Eşrefiyê dikeve, beramberî 1200$ firot.

Lê mala duyemîn jî bi 900$ firot niştedagîrekî ji Xûtaya Rojhilat û li nêzîkî mala yekem dikeve, ew mal a şêniyê Kurd bi navê Mehmûd Şêxo ji gundê Meydana yê navçeya Raco ye.

Di heman çarçoveyê de çekdarekî milîsên “Cebha El-Şamiyê” dikaneke bazirganiyê li jorî bazarê dikeve, ya şêniyekî Kurd bi navê Elî Kalo ji gundê Keferzîtê yê navçeya Cindirêsê, beramberî 1000$ firot niştedagîrekî ji Xûtaya Rojhilat.

Her wiha çekdarekî milîsên “Ceyş El-Îsalm” ku ji Xûtaya Rojhilat e, mala şêniyekî Kurd bi navê Azad Elî ji gundê Dumilya û li taxa Eşrefiyê ya Efrînê dikeve beramberî 500$ firot çekdarekî heman milîsan.

Related posts