4 şênî li bajarokê Badîna bi bihaneya derketina nobedariyê hatin binçavkirin

AFRINPOST-Taybet

Nûçegihanê Afrinpostê li navenda navçeya Raco ragihand ku milîsên Îslamî yên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn komeke şênî li gundekî navçeyê bin çav kir.

Nûçegihan bi bîr xist ku 16’ê Mijdarê şêniyên Kurd bi navê Mihemed Xelîl Seydo, Henan Mistefa Şaban, Ehmed Elî Horo, Luqman Umer Mihemed ji bajarokê Badîna yê navçeyê bin çav kirin û birin navenda “polîsên leşkerî” li bajarokê Raco.

Nûçegihan da zanîn ku milîsan şênî bi bihaneya ku di dema Rêveberiya Xweser de derdiketin nobedariyê bin çav kirin. Lê tiştê ku tê zanîn ku nobedarî bi armanca parastina gund ji dizan û bi taybet piştî vekişîna hêzên rêjîma Sûrî ji herêma Efrînê, karekî sereke bû. Ji ber wê yekê gundiyên Efrînê neçar bûn ku bi xwe gundên xwe biparêzin ku Rêveberiya Xweser jî piştre rêbazê noberdariyê bingeh girt  ku hêzeke xwecihî li her gund û taxê di bin navê Hêzên Parastina Cewherî(HPC) ava kirin. HPC ku ji şêniyên gundan in bi rengekî derveger ji bo parastina gundên xwe derdiketin nobedariyê.

 

  

 

 

Related posts