AFRINPOST-Taybet
Hêzên dagirkeriya Tirkî îro piştî nîvro, bi hawanan gundê Bêlûniyê yê herêmên Şehbayê topbaran kir.
Nûçegihanê Afrinpostê bêtirî 10 topan li gund xist û wiha dewam kir; dagirkerî rojane herêmên bi şêniyan tijî ne, topbaran dike.
Têkildarî wê jî, Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) operasyonên leşkerî li dijî Hêzên Rizgariya Efrînê di rojên 11-12-14’ê Mijdarê ku di nava wan de sekvanî hebû pêk anîn û di encamê de 2 çekdarên dagirkeriyê hatin kuştin.
Her wiha (HRE) teqîna bi karwanê leşkerî ya Tirkî de ku li ser rêya Keferşîlê rû da, girt ser xwe û di encama wê teqînê de 4 leşkerên Tirk hatin kuştin û 2 jî bi giranî birîndar bûn.