Çekdarên Ixwanî li Raco çinîna zeytûnan qedexe dikin û bi ser de jî daran dibirin

AFRINPOST-Taybet

Nûçegihanê Afrinpostê li herêma Efrîna dagirkirî ragihand ku çekdarên milîsên “Ehrar El-Şerqiyê” yên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn li ber kargeha bêrînê li ser rêya Efrîn-Raco rêbendek danîn û piraniya şêniyan ji çinîna werza zeytûnê qedexe dikin, lê zêde ji wan detayên fermî ji dezgeha rûpîvanê dixwazin û wiha dewam kir;

Armanc ji astengkirina çinîna zeytûnan, ew e ku bêtir demê qezenc bikin da ku niştedagîr û çekdar bêtir zeytûnên şêniyên Kurd bidizin.

Di çarçoveyeke din de nûçegihanê Afrinpostê da zanîn ku milîsên “Ehrar El-Şerqiyê” roja Sêşemê 20’ê Cotmeha 2020’an, 30 darên zeytûnê li gundê Qude yê navçeya Raco birîn. Darên hatine birîn jî, yên welatiyekî Kurd ku bi darê zorê ji gundê xwe hat koçberkirin, lê navê wî nehat bidestxistin.

Nûçegihan diyar kir ku piştî çekdaran dar birîn, ji xwe re kirin êzing da ku dema pêş bifiroşin.

Ev ne cara yekê ye ku rêbendên ewlehiyê yên milîsên dagirkeriya Tirkî bacan li ser otomobîlên bi zeytûn û zeytê dagirtî ne û di rêbendên wan re derbas dibin, disepînin.

Related posts