Niştedagîrên Xûtanî mala jineke Kurd desteser kir û bi serde jî bi giranî lê da

AFRINPOST-Taybet

Her ku diçe hovîtî û zordariya niştedagîr û milîsên îslamî di bin serpereştiya dagirkeriya Tirkî derheqê Kurdên li Efrînê mane de zêde dibin.

Di vê derbarê de nûçegihanê Afrinpostê li navenda herêma Efrîna dagirkirî ragihand ku niştedagîrên Xûtanî yên gundewarê Şamê, êrîşî jineke Efrînî kir, bi tundî li wê da û mala wê desteser kir.

Jina Efrînî bi rojekê ji derketina wê ji malê, niştedagîrên Xûtanî mala wê desteser kir.

Nûçegihanê Afrinpostê da zanîn ku beriya 5 rojan jina bi navê Gulistan Îbiş 38 salî ji şêniyên navçeya Cindirêsê û li bajarê Efrînê dijî, serdana dayîka xwe ya nexweş li  Cindirêsê kir.

Piştî ku Gulistan ji mala dayîka xwe vegerî, dît ku niştedagîran dest danîne ser mala wê. Welatiyê ji wan daxwaz kir ku ji mala wê derkevin, lê belê niştedagîran daxwaz red kir, êrîşî wê kir û ji ber lêdanê ber çavên wê şîn bû.

Li aliyekî din milîsên “Cebha El-Şamiyê” 2’ê Îlonê welatiyeke Kurd bi navê Zeyneb ji taxa Eşrefiyê ya bajarê Efrînê revand û 2500$ ji wê şelandin, bir cihekî nediyar ku hêjî çarenûsa wê ne zelal e.

Related posts