Çekdarekî Ixwanî tiştên du malên Efrînî bi bihaneya alîgirtiya wan bi Rêveberiya Xweser re firotin

 AFRINPOST-Taybet

Çekdarekî milîsên “Cebha El-Şamiyê” yên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn tiştên du malên koçberên Efrînê piştî du sal û nîvan ji koçberiyê firotin.

Nûçegihanê Afrinpostê li herêma Efrîna dagirkirî her du welatiyên koçber agahdar kirin ku çekdarekî ji Til Rifetê tiştên malên wan ji xwe re firotin û navên welatiyan jî wiha ne; Bedirxan Mihemed û Rêzan Mihemed e.

Welatiyekî got ku tiştên malê wî nêzîkî 10 milyonan dike. Her wiha yê din jî diyar kir ku her deriyekî mala wî ji alamiyûm in û nêzîkî 500 hezar dike.

Milîsên Îslamî yên Ixwan Mislimîn ji 18’ê Adara 2018’an ve mal û milkên Efrîniyan talan dikin û li sûkên Marê, Ezaz, Bab û Idlibê difiroşin.

Related posts