Çeteyên Ixwanî ji Efrînê berê xwe didin Azerbeycanê

AFRINPOST-Taybet

Nûçegihanê Afrinpostê li navenda herêma Efrîna dagirkirî ragihand ku roja Sêşemê piştî nîvro bi sedan ji çekdarên milîsên “Firqeya El-Hemze” yên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn li gundê Maratê(3 KM li rojavayê bajarê Efrînê) kom bûn û bi otobûsan berê xwe dan bajarê Ezazê da ku ji wir ji bo Azerbeycanê werin raguhastin.

Nûçegihan diyar kir ku çete bi cilên sivîl ji Efrînê derketin ku tenê ji gundê Maratê yê bi ser bajarê Efrînê ve 300 heyanî 400 çete çûn Ezazê.

Girêdayî heman çarçoveyê, nûçegihanê Afrinpostê li bajarê Efrînê ragihand ku istixbarata Tirkî li dorhêla nexweşxaneya Avrîn li navîna bajarê Efrînê ragihand ku istixbarata Tirkî nivîsgeheke nû ji bo tomarkirina navên kesên ku dixwazin di nava milîsên “polîsên azad a Lîbî” de ya hikûmeta Wîfaqê cî bigirin, vekir û wiha dewam kir; çeteyên dagirkeriyê bi hejmarên zêde berê xwe didin nivîsgehê.

Hejmara çeteyên ku heta roja Sêşemê navên xwe li nivîsgehê tomar kirine gihîştiye 460 çekdarî.

Sibeha roja Sêşemê komeke din ji çekdarên milîsên “Firqeya El-Hemze” yên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn ji navenda xwe berê xwe dan navenda kombûnê li bajarê Marê da ku ji wir bo Azerbeycanê werin şandin.

Her wiha nûçegihanê Afrinpostê da zanîn ku pêr roja Duşemê, komek ji 65 çeteyan pêk dihat ji navenda sermilîsê “Cebha El-Şamiyê” yê bi navê Malik Oso ya li taxa Eşrefiyê derket û berê xwe da Ezazê ku wê ji wir derbasî erdê Tirkiyê bibe û piştre bo Azerbeycanê wê werin şandin.

Related posts