Milîsên “Siqûr El-Şam” 300 darên zeytûnê yên Kurdekî li Efrînê birîn

AFRINPOST-Taybet

Nûçegihanê Afrinpostê li navenda navçeya Bilbilê ragihand ku milîsên “Siqûr El-Şam” ên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn, beriya deh rojan 300 darên zeytûnê yên welatî Reşîd Silêman li gundê Qizilbaşa yê navçeyê birîn.

Nûçegihan diyar kir ku dagirkeriya Tirkî bi mebest darên welatiyên ku hêjî li Efrînê mane, bi armanca koçberkirina wan dibirin.

Di vê çarçoveyê de, çavkaniyekê beriya niha ji Afrinpostê re ragihandibû ku çekdarekî ji şêniyên Efrînê re gotiye ku serbazên Tirkî ew ferman kirine ku ti Kurdekî li Efrîna dagirkirî nehêlibin.

Ji destpêka dagirkirina herêma Efrînê 18’ê Adarê û heta niha, milîsên Ixwanî bi deh hezaran ji darên zeytûnê û yên din hilkirine û birîne. Her wiha çiyayên herêmê jî bi bihaneya hebûna Yekîneyên Parastina Gel YPG’ê bi zanabûn şewitandine.

Têkildarî wê malpera Afrinpostê 20’ê Îlonê ragihand ku çekdarên Îslamî li ser Telegramê girûpek bi navê “Bajarê Efrînê Ji Bo Bazirganiyê” bi rêxistin kirine. Li ser wî girûpî amûrên malê, kabloyên elektirîkî û amûrên baqirî yên kelepûrî tên firotin, lê zêde êzingên darên zeytûnê yên Efrînê jî tên bazarkirin.

Related posts