Şêniyekî Kurd ji ber birîna xwe ya teqîna “çerxerêya Kawayê Hesinkar” şehîd bû

AFRINPOST-Taybet

Bîlançoya şehîdên Kurd ên teqîna ku li cem çerxerêya Kawayê Hesinkar 14’ê Îlonê li navîna Efrînê pêk hatiye, zêde dibe. Welatiyekî Kurd ji gundê Gazê ji ber birîna xwe ya giran şehîd bû.

Nûçegihanê Afrinpostê di vê derbarê de ragihand ku welatî Ebid El-Ruhman Weqas ji gundê Gazê yê bi ser bajarê Efrînê ve, duh roja Duşemê ji ber birîna xwe ya teqîna çerxerêya Kawayê Hesinkar ku bi rêya otomobîleke bombebarkirî pêk hatibû, şehîd bû.

Nûçegihan destnîşan kir ku welatî bi giranî birîndar bûbû û êş û azar dikişandin. Ew li nexweşxaneyeke Efrînê dihat dermankirin, lê nehat zanîn ku ew derbasî nexweşxaneyên Tirkiyê kirine, lê na.

Şêniyên Efrînê teqez dikin ku piraniya teqînên ku li bajarê Efrînê çêdibin ji aliyê istixbarata Tirkî ve tên plankirin.

Lê armanca sereke ji van teqînan ew e ku tevlihevî li nava bajêr bêtir bibe ku di encamê de welatî tengav bibin û ji herêmê koçber bibin. Ji aliyekî din ve bi bihaneya dermankirin birîndaran li nexweşxaneyên Tirkiyê, lebatên wan didizin û bazirganiyê pê dikin.

Related posts