Niştedagîran bi bihaneya lênihartina li jinên wan êrîşî kalemêrekî Kurd ê 70 salî kir

AFRINPOST-Taybet

Çavkaniyên Afrinpostê li herêma Efrîna dagirkirî roja Duşemê ragihandin ku hinek niştedagîran êrîşî kalemêrekî Kurd ê 70 salî bi navê Bekir Hiso kir û bi giranî li wî da.

Çavkaniyan dan zanîn ku kalemêr Bekir bi armanca amadekirina tabloyên rojê hilkişî ser xaniyê xwe, lê belê niştedagîrên Idlibî yên ku mala cîranê wî destser kirine ew bi lênihartina li jinên wan tawanbar kir û ji ber wê yekê êrîşî wî kir, gotinên pîs ji kalemêr re gotin û bi giranî li wî da.

Welatî Bekir Hiso berê xwe da yê bi navê “Ebû Cuma” ku ew jî endamekî qaşo ewlehiyê di nava “Ceyş El-Ehfad” de cî digire, kir da ku gilî li niştedagîran bike. Lê belê wî jî parastina niştedagîran kir û got ku hilkişîna ser baniyan qedexe ye û ji wî re wiha got: “Baş e bi çekan êrîşî te nekir.”

Related posts