Milîsên “El-Muntesir Billah” 20 darên behîvê birîn û şkefteke şûnwarî li gundê Hebû xira kir

AFRINPOST-Taybet

Milîsên “El-Muntesir Billah” ên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn li herêma Efrînê ya dagirkirî, 20 darên behîvan ên zeviyê malbata “Etne” li gundê Hebû yê navçeya Mabetayê bi armanca firotina wan wek êzing birîn.

Hemwextî wê heman milîsan hundirê şkefteke şûnwarî li nêzîkî herêma bîra Romanî li gund kolandin.

Hinek dîtbaran li navçeya Mabeta ji nûçegihanê Afrinpostê re teqez kirin ku milîsan di hundirê şkefta şûnwarî de tabûtên kirêç dîtin û li otomobîlan siwar kirin û birin cihekî nediyar.

Herêma Efrînê ya dagirkirî rûbirûyî birîna daran re dimîne. Çekdarên milîsên Îslamî daran dibirin, ji xwe re dikin êzing û difiroşin. Her wiha derbasî Tirkiyê jî dikin da ku jê komirê çêkin.

Related posts