Piştî rûxandina wê … dagirkeriyê minareyeke nû ji mizgefta kevn re li Şiyê bi rengekî Osmanî ava kir

AFRINPOST-Taybet

Li vê dawiyê wêneyên nû yên jinûve avakirina minareyeke mizgefta kevn a navçeya Şiyê ku ala Tirkiyê li ser hatiye hildan, li ser sosyal medya û navgînên din ên ragihandinê hatin belav kirin.

8’ê Adara borî minareya mizgefta kevn li bajarokê Şiyê yê gundewarê Efrînê ji ber karên kolan û lêgerîna li şûnwar û parçeyên dîrokî hilweşî. Li şûna wê dagirkeriyê minareyeke din ji mizgeftê re ava kir.

Mizgeft bi navê mizgefta kevn tê naskirin ku minareya wê ya hilweşiya temenê wê bêtirî sed salî ye ku sala 1912’an hat avakirin.

Milîsên “El-Emşat” dema ku bi armana lêgerîna li şûnwaran hundirê wê dikolan, hilweşî.

Tevî ku Afrinpostê bal kişand ser hilweşîna wê, lê bala ti aliyan nekişand. Hilweşîna minareya dîrokî di çarçoveya rêzebipêkirinên ku dagirkeriya Tirkî û milîsên wê yên Ixwanî li herêma Efrînê dikin de tê.

Rêvebera rêxistina Neteweyên Yekbûyî ya perwerde, zanist û çandê (Uniesco), 16’ê Îlona 2015’an got ku şûnwarên dîrokî yên ku li Efrînê, bi şêweyekî zêde tên talankirin û dahatiyên firotin şûnwaran pê çekdarên Daiş’ê tên fînansekirin.

Ev rastî li Efrînê nehat guhertin êdî şûnwarên ku tên dizîn û talankirin bi rêya qaçaqciyan derbasî Tirkiyê dibin û bi dîroka herêmê bazirganiyê dikin.

Çavdêr dibînin ku hilweşandina minareya dîrokî ya mizgeftê li Şiyê di çarçoveya rakirina dîrok û nasnameya herêmê de tê.

Related posts