Desteya Kurdî ya Zagonî: 4 xortên Kurd ji gundê Tirmîşa yê Şiyê hatin revandin

AFRINPOST

Desteya Kurdî ya Zagonî roja Pêncşemê got ku milîsên Îslamî yên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn, roja Duşemê 27’ê Tîrmehê welatiyên Kurd li gundewarê Efrînê revandinin.

Desteyê bi bîr xist ku çekdarên milîsên “Firqeya Sultan Silêman Şah” ‘‘El-Emşat” bi serkêşiya yê bi navê “Mihemed El-Casim” “Ebû Emşe”, hinek şêniyên gundê Tirmîşa yê navçeya Şiyê bi hinceta danûstandina li gel Rêveberiya Xweser revandin.

Li gorî desteyê navên revandiyan wiha ne;

  • Ferîd Seydo bin Xelîl (20 salî)
  • Fewzî Hesen bin Nûrî (30 salî)
  • Ismet Xelîl bin Ehmed (27 salî)
  • Kemal Ehmed bin Hesen (28 salî)

Milîsan ew revandin û birin cihekî ne diyar.

Desteyê da zanîn ku hejmareke ji şêniyên gund hêjî çarenûsa wan ji bêtirî 2 sal û nîvan ve ango ji dema dagirkirina Efrînê û heta niha ne diyar e. Ji nava wan kesan Hemîd Îsa Bekir 19 salî ye.

Her wiha welatiyê Kurd bi navê hesen Ehmed bin Emîn û li ser revandina wî bêtirî 7 mehan derbas bû, her wiha Ehmed Reşîd Ehmed ji beriya hefteyekê dema ku serdana nasekî xwe di zîndana Maratê de dikir, hat revandin û heta niha çarenûsa wan ne diyar e.

Related posts