Di hundirê Efrînê û koçberiyê de … bê rizgarkirina Efrînê cejn nîne

AFRINPOST-Taybet

Şêniyên Efrînê piştî ku bi darê zorê ji cih û warê xwe koçber bûn, ev cejna Qurbanê ya sêyemîn li koçberiyê ne.

Ew bi keder û hesreta ku cejnên bê li Efrînê pîroz bikin. Tevî ku ne li warê xwe ne lê belê amadekariya rê û resmên(rîtûe) cejnê dikin ku biçin gel dost, nas û xizmên xwe û li kêleka hev du di nava van şert û mercên zehmet de disekinin.

Tevî şerê Sûriyê yê gur û giran, bajarê Efrînê nimûneya aştî û ewlehiyê bû

Beriya sê salan, di rojên wek îro de herêma Efrînê li bakurê Sûriyê di rewşeke ewlehî û aştiyane de dijî ku bûbû mînaka aramiyê li Sûriyê. Herêma Efrînê li tevahî deverên din ên Sûriyê cuda bû ku sûk û kolanên wê bi şêniyên wê û penaberên lê bi cî bûbûn, gelekî bi qerebalix bû, her malbatekê amadekariya xwe ya cejnê Qurbanê dikir.

Ji ber dagirkeriya Tirkî aramî û ewlehî li herêmê nema

Herêma Efrînê bi taybetmendiyên xwe yên cuda nema, bi wê geş û meraqa pêşwazîkirina cejnê neme. Dagirkeriya Tirkî û milîsên wê yên Îslamî êrîşî herêmê kirin û şêniyên wê bi balafir û topan ji Efrînê koçber kirin. Ev zêdetirî 2 sal û nîv in xelkên Efrînê li herêmên Şehbayê koçber in û tevî wê jî ji bo rizgarkirina bajarê xwe di nava berxwerdan û tekoşînê de ye.

Efrînî cejna sêyemîn bi hesret û êş pêşwazî dikin

Şerê ku li dijî şêniyên Efrînê pêk hatiye, ne tenê ew koçber kirin her wiha mal û milkên wan hatin talankirin û bi hezaran ji keç û xortên wan bûn qurbaniya bêbextiya navdewletî. Ev yek dihêle ku êş û azarên Efrîniyan li koçberiyê mezin bin.

Gelek tişt û rîtûel(seremonî) ji cejnên wan li koçberiyê ne diyar in

Koçberên Efrînê ku li kampên herêmên Şehbayê nikarîn bi rê û rêbazên xwe cejna Qurbanê wek salên berî koçberiyê bi dilxweşî û rûkenî pêşwazî bikin.

Gelek malbatên Efrînî nikarîn beriya cejnê cilên nû bikirin da ku dilê zarokên xwe şa bikin. Her wiha heta nikarîn şekir û şêraniyên mêvanan ji ber derfetên wan ê kêm û ji ber ku her tişt ji dest xwe dan bikirin.

Beşek ji kurdên ku li Efrînê mane jî, 18’ê Adarê dema koçberiya ji herêmê ji ber sedemên cuda nikarîn derketana.

Ev yek dihêle ku bêtir cejna Qurbanê bi zehmetî di ser şêniyên Efrînê derbas bibe ku nikarin xizm û nasên xwe di Efrînê de mane bibînin.

Tiştê ku êşa wan zêde dike jî ku nikarin serdana gorên xwe bikin. Koçberiyê şahî û şadî ji rûyê şêniyên Efrînê biriye, êdî hatina cejnê weke her rojên din ên normal in, tenê di rojên wiha de keder û keserên xwe ya vegera li bajarê xwe bi bîr bixin.

Efrînî di cejna xwe ya sêyemîn li koçberiyê, jiyan gelekî lê zehmet bûyeû bêtir dijwariya jiyanê dikişînin. Ew wek welatiyên din ên Sûrî zehmetiyên qanûna Qeyser wek bilindbûna nirxên tiştan lê zêde belavbûna vîrûsa Korona û ji bilî wan ji sedem û aktoran xem û şîna wan mezin kiriye.

Baweriya Efrîniyan a vegerê her nû dibe

Tevî şert û mercên û hemû astengiyên ku şêniyên Efrînê rûbirû li Şehba û Efrînê pê re dimînin, lê belê ew bi vîn û bawerî ne ku li hemberî zehmetiyan bisekinin û bi bawerî ne ku Cejna bê ya mezin dê Efrîn rizgar bibe û vegerin cih û warê xwe.

Related posts