Di bin serpereştiya dagirkeriya Tirkî de revandina şêniyan di navbera Efrîn û Nubul û Zehra de dewam dike

AFRINPOST-Taybet

Afrinpost ji çavkaniyên xwe hat agahdarkirin ku milîsên Îslamî yên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn ên bi navê Ceyş El-Wetenî El-Sûrî naskirî ne, di bazirganiya mirovan de wek revandinê û bi taybet li herêmên ku li navbera navçeya Şêrawa û rêjîma Sûrî(bajarokê Nubul û Zehrayê) dikevin, berdewam e.

Çavkaniyan diyar kir ku milîsên dagirkeriyê hola Cebel Ehlam ji xwe re kirine navenda kombûnê û ji wir di gundê Kîmar û Beradê derbasî bajarokê Nubul û Zehra dibin.

Li gorî çavkaniyan milîs li ser revandina her yekî bo Helebê 800$ dibin.

Çavkaniyan teqez kir ku revandina şêniyan ji Efrînê di bin serpereştiya rasterast a dagirkeriya Tirkî de pêk tê.

Her wiha li aliyên din jî revandina sivîlan û barkêşên bazirganî di navbera herêmên rêjîmê û herêmên dagirkirî li bakurê Sûriyê û bi taybet di deriyê On Dadat, Sukeriyê, Tefrîe û Um El-Cilûd(El-Hemran), Tûxar û Berad dewam dike.

Related posts