Çekdarên dagirkeriyê 100 darên din ên zeytûnê li navçeya Bilbilê birîn

AFRINPOST-Taybet

Milîsên Îslamî yên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn li vê dawiyê li navçeya Bilbilê 100 darên zeytûnê ji kokê de birîn.

Nûçegihanê Afrinpostê li navçeya Bilbilê ragihand ku milîsên dagirkeriyê 100 darên zeytûnê yên zeviyên welatiyê Kurd ê bi navê Ebid El-Ruhman Subhî Birîmo bi nasnav “Estaz Memo” tevî ku li herêma Efrînê ye, birîn.

Nûçegihanê Afrinpostê li navçeyê teqez kir ku “Estaz Memo” hewl da ku rê li pişiya birîna daran bigire, lê belê çekdaran ew ji nava zevî qewitand û dar birîn.

Çekdaran welatî Ebid El-Ruhman Birîmo bi alîgirtiya bi Hêzên Sûriye Demokratîk QSD’ê re tawanbar kir.

Çekdarên Îslamî ji xwe re ev bihane kirine hincet da ku mal û milkên Kurdan desteser bikin her wiha wan birevînin û ji xwediyên wan fidyeyên malî bi dest bixin.

Herêma Efrînê ya dagirkirî ji dema ku hatiye dagirkirin, rûbirû bi birîn û şewitandina daran re dimîne. Çekdar daran dibirin, dikin êzing û difiroşin.

Related posts