Fermandarê “Lîwa El-Şemal El-Dîmokratî” lihevkirinên Rûsî-Tirkî yên dawîn nirxandin

AFRINPOST-Taybet

Afrinpost daxuyaniyeke eksklusîv(Taybet) ji Ebû Umer El-Idlibî fermandarê “Lîwa El-Şemal El-Sûrî” ku di nava Hêzên Sûriya Demokratîk de cî digire, derbarê planên Tirkiyê li Sûriyê û rewşa dawîn a parêzgeha Idlibê girt.

Ebû Umer got ku heta rewş zelal dibe û bûyer xweş nas dibin, em piçekî vegerin destpêkên meha Tîrmehê. Di meclisa Konseya Ewlehiyê ya neteweyên Yekbûyî de civînên germ derbarê derbaskirina alîkariyên mirovî ji welatiyên Sûrî re yên li derveyî herêmên rêjîma Sûrî re li dar ketin.

Piştî danûstandinên tûj di navbera beşdaran de ku heta gihîşt astekê Rûsya û Çînê hinek biryar veto kirin, 11’ê Tîrmehê piraniya dewletên konseya ewlehiyê li ser biryara 2533 ku naveroka wê nûkirina derbaskirina alîkariyên mirovî, erê kirin û wiha dewam kir;

Lihevkirinên Rûsî-Tirkî hişt ku rêjîma Sûriyê gelek deveran ji qaşo Artêşa Azad bibe. Li gorî lihevkirinên dawîn ên di navbera her du aliyan de rêjîma Sûrî gundewarê Heleb ê rojava û bakur bir her wiha gundewarê Idlibê yê rojhilat û bajarê Seraqib û Merit El-Numan, Hase, Keferrome, Meir Tehrmê û heta Kefrenbel kontrol kir. Lê belê di encama operasyonan de milyonek û 200 hezar ji şêniyên wan deveran koçber bûn ku nîvê wan jî zarok bûn.

Fermandarê Lîwa El-Şemal El-Sûrî di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku piştî lihevkirinên dawîn ên Tirkiyê li gel Rûsya, planên wê yên qirêj û bazarên wî li ser welatiyên Sûrî baş hatin naskirin.

Dewleta Tirk a dagirker dixwaze bi rêya ola Îslamê bazaran dike û Ixwan Mislimîn bi kar tîne da ku berjewendiyên xwe yên sedsalê bi rêya wan pêk bîne. Mînaka herî nêz û balkêş jî ku dêra Ayasofya ya xiristiyanan veguherand mizgefteke ola Îslamê.

Related posts