Dagirkeriya Tirkî çekdarekî xwe yê Kurd ku bi nav û deng e û destê wî di kuştina şêniyên Efrînê de heye, bin çav kir

AFRINPOST-Taybet

Çavkaniyên pêbawer ragihandin ku yê bi navê Ehmed Misto “Ebû Aslan” ku di nava milîsên “Cebha El-Şamiyê” de cî digire û beşdarî dagirkirina Efrînê bû hatin binçavkirin.

Yê bi navê Misto ji gundê Husê(Mîrkan) ê navçeya Mabeta ye. Ew ji zû de tevlî yê bi navê “Artêşa Azad” bûye. Ew di bin navê “Ceyş El-Wetenî” de beşdarî dagirkirina Efrînê bû.

Li gorî çavkaniyan heta niha derbarê sedemên binçavkirina wî de ti agahiyên zelal nehatine bidestxistin, ji ber ku ew di nava şert û mercên ne diyar de hat binçavkirin.

Malperên nûçeyan beriya wê nûçeya kuştina Misto di 7’ê Hezîrana 2018’an ragihandin, lê belê piştî wê bi demekê, wî bi xwe li ser rûpela xwe da zanîn ku hêjî ew sax e û li Tirkiyê tê dermankirin. Hinek aliyan xwestin rûyê wî spî vekin û bi rengekî baş bidin nîşandan.

Dagirkeriya Tirkî nimûneyên wek wî ango sîxûrên wek Ebû Meryem El-Heskawî, Ehmed Misto û Îsa Kedlo(Ebû Meryem El-Efrînî) sermilîsê kombûna Siwar Efrîn ji şêniyên gundê Celemê  û yê bi navê Mesûd Îbo(Ebû El-Mecid Komleh) sermilîsê Lîwa Ehfad Selah El-dîn û yê bi navê Azad Şeibo sermilîsê tabûra Azadî ya milîsên “Ceyş El-Nuxbe” ku Kurd in di êrîşên dagirkirina Efrînê de dan pêş da ku nîşan bide ku êrîşên wê ne li dijî Kurdan e.

Lê belê piştî ku Efrîn hat dagirkirin ji rojevê derket, dagirkeriyê ew dan aliyekî û rêveberiya Efrînê radestî sermilîsên Îslamî yên ji gundewarê Şam, Hums, Hema û yên deverên dîtir kirin.

Related posts