Bi bihaneya amadekariya rêjîmê ji êrîşên li ser Cebel Zawiyê re, milîs berê malbatên niştedagîr dide herêma Efrînê

AFRINPOST-Taybet

Bi dehan ji malbatên niştedagîr ji bajarokên Cebel Zawiyê li gundewarê parêzgeha Idlibê bi bihaneya ku dê Rûsya û rêjîma Sûrî êrîşî Idlibê bikin,  berê xwe didin herêma Efrînê ya dagirkirî.

Di vê çarçoveyê de nûçegihanê Afrinpostê li bajarê Efrînê ragihand ku malbatên nû ji bajarokên Cebel Zawiyê berê xwe didin herêma Efrînê ya dagirkirî.

Piştî ku rêjîma Sûrî dest bi êrîşa li ser gundewarên Idlibê û Helebê kir, herêma Efrînê êdî bûye stareya çekdarên tundraw.

Nûçegihan destnîşan kir ku prosesa anîna niştedagîran duh dest pê kir û wiha dewam kir;

Çekdarên milîsên Îslamî diviya bû ku ji bajarê Efrînê derketana, niha li nava bajêr digerin, ji xwediyên malan girêbesta malan dixwazin ku şaştiyekê li ser wan bigirin ku ji wan re bibe bihane malbatên Kurd ji malên wan derxin û li şûna wan malbatên niştedagîr ên Cebel Zawiyê bi cî bikin.

Nûçegihan da zanîn ku dagirkeriya Tirkî li gundê Avrazê yê navçeya Mabeta kampek ji bo pêşwazîkirina niştedagîrên Cebel Zawiyê amade kiriye.

Ji aliyê xwe ve jî çavdêr dibînin ku vekirina Enqere ya kampan derî bêtir li pêşiya niştedagîran vedike da ku guhertina demografîk li herêma Efrînê pêk bîne.

Related posts