Milîsên “polîsên leşkerî” di nav de kalemêrek 5 welatiyên Kurd li Efrînê di nava rojekê de revandin

AFRINPOST-Taybet

Milîsên “polîsên leşkerî” yên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn li herêma Efrînê ya dagirkirî êvara Yekşemê komeke welatiyên Kurd li deverên cuda yên herêmê bi bihaneya danûstandina bi QSD’ê re bin çav kirin.

Di vê derbarê de nûçegihanê Afrinpostê li bajarê Efrînê ragihand ku welatî Mihemed Hemdûş ji şêniyên gundê Cûqê û parêzer Luqman Henan ji gundê Hec Qasma ji aliyên “polîsên leşkerî” ve hatin binçavkirin.

Nûçegihan da zanîn ku milîsan welatî Mihemed Hemdûş piştî ku 500$ da, berda lê belê hêjî çarenûsa parêzer Luqman ne diyar e.

Hemwextî wê, heman milîsan ango “polîsên leşkerî” welatiyên Kurd bi navê Egîd Hemo û Munzir Hebeş ku hê di salên xwe yên 30’î de ne û ji gundê Dîkê ne, li ser karên wan li herêma pîşesaziyê ya bajarê Efrînê hatin binçavkirin.

Her wiha milîsên “polîsên leşkerî”duh welatiyê Kurd Ehmed Reşîd bi nasnav “Ebû Mezlûm” ku kalemêrekî 60 salî ye, bin çav kir. Dema ku kalemêr Ehmed diçû zîndana Maratê da ku serdana lawê xwe di zîndanê de bike, rasterast ji aliyê milîsan ve hat binçavkirin.

Milîsên Îslamî yên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn revandin û binçavkirina Kurdan ji xwe re kirine kar û bi vî awayî debara jiyana xwe dikin ango ji xwe re kirine jêdera bidestxistina pereyan.

Kurdên li Efrîna dagirkirî mane rojane bi revandin û binçavkirinê re rûbirû dimînin.

Related posts