Li Efrînê ji ber teqînekê zarokekî Kurd şehîd bû û 4 kes jî birîndar bûn

AFRINPOST-Taybet

Bajarê Efrînê yê dagirkirî careke din ji ber teqînekê hejiya.

Nûçegihanê Afrinpostê êvara roja Yekşemê li bajarê Efrînê ragihand ku teqemeniyek li ser rêya Cindirêsê ya bajêr teqiya. Di encamê de zarokekî Kurd û 4 kes birîndar bûn lê zêde zirarên madî jî bi dorhêla herêma teqînê bûn.

Nûçegihan diyar kir ku teqîn li nêzîkî şûştgeha Emûrî li ser rêya Cindirêsê pêk hat. Zarokê Kurd bi navê Remedan Kamîran Xelîl(10 salî) bû qurban û 4 kesên din jî birîndar bûn ku navên wan jî ev in;

  • Rûxweş Kamîran Xelîl (6 salî)
  • Reşfan Kamîran Xelîl (7 salî) birîna xwe giran e
  • Fatimê Şêxo (29 salî)
  • Refîq Melawî (35 salî) û ew jî niştedagîr e

Li gorî çavdêran êdî teqîn li Efrînê bûne diyardeyeke dubare. Ji ber ku ewlehî bin pê bûye û çek di destê her kesekî de tê dîtin, niştedagîr û çekdarên Îslamî bi xwe tola xwe li ser dizî, talanî, serwerî û baca ji hev hiltînin. Di rewşên wisa de piranî zarok û şêniyên Kurd dibin qurbanî. Her wiha bêtir di dema teqînan de çekdarên Îslamî dizî û talaniyê dikin.

Related posts