Dagirkeriya Tirkî olê ji bo misogerkirina alîgirtiyê li Efrîna dagirkirî bi kar tîne

AFRINPOST-Taybet

Dagirkeriya Tirkî di bikaranîna ola Îslamê de berdewam e. Dagirkerî ola Îslamê ji bo alîgirtiya binesaziya Ixwan Mislimîn misoger bike, bi kar tîne. Her wiha dixwaze bi rêya vê siyasetê hişmendiya tundraw ku weke pêşiyên xwe osmanî li ser hesabê tunekirina gelên din xwe ava bike, belav bike.

Dagirkeriya Tirkî di pêkanîna vê siyasetê de xwe dispêre komên çete yên xwedî çand û bîrdoziyeke tundraw ku karibe wan bixapîne û berjewendiyên xwe li herêmê pêk bîne.

Komên tundraw ên ku li pey dagirkeriya Tirkî dimeşin, hêjî negihîştine wê baweriyê ku ew di destê Osmaniya Nû de amûr in û her dirûşmeyên ku dewleta Tirk a dagirker davêje, xapandin e û ti rastiya wê li ser erdê nîne ku tenê dixwaze bi rêya wan herêmê û bi taybet welatên ereban dagir bike.

Dagirkeriya Tirkî da ku xwe parêzvanê olê bide nîşandan li herêma Efrînê ya dagirkirî û ji bilî wê ji herêmên dagirkirî ji vekirina mizgeftan û cihên Îslamî nasekine.

Dixwaze bi rêya vekirin û avakirina mizgeftan nifşekî nû yê tundraw misoger bike da ku ji bo berjewendiyên wê li Lîbya, Yemen û dibe ku heta li Azerbeycanê şer bike.

Di vê çarçoveyê de navgînên ragihandinê yên alîgir ji Tirkiyê re diyar kirin ku ya bi navê “Desteya Hawarçûna Mirovî ya Tirkî iHH” dest bi avakirina mizgefta “El-Zakirîn” li bajarê frînê kiriye û têra 1500 nimêjkerê dike.

Related posts