Çekdarekî milîsan hevjîna xwe ji bo xwediyê dikanekê tawanbar bike û tiştên wê talan bike bi kar anî

AFRINPOST-Taybet

Kiryar û binpêkirinên niştedagîran li herêma Efrînê derheqê şêniyên Kurd de dewam dikin.

Çekdarekî milîsên îslamî bi rêya hevjîna xwe ya niştedagîr welatiyekî Kurd ku xwediyê dikaneke xişiran e, tawanbar kir û dikana wî talan kir.

Çekdarên milîsên Îslamî yên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn li Efrînê jinên xwe ji bo pêkanîna dizî bi şêweyekî berfierh bi kar tînin.

Ev rêbazê nû yê milîsan di çarçoveya piştî ku hemû rê û rêbazên cuda bi kar anîn de tê.

Di vê çarçoveyê de nûçegihanê Afrinpostê ragihand ku jineke niştedagîr ji Humsê beriya 2 hefteyan derbasî dikaneke xişirê bi navê El-Şelal ku li ser rêya Raco ya bajarê Efrînê dikeve, bû û ji xwediyê dikanê makyaja şevbuhêriyê xwest.

Xwediyê dikanê ji xwesteka wê matmayî ma û got ku amûrên bedewkirinê giş bi heman taybetmendiyê ne û xwesteka wê ne diyar e.

Nûçegihan destnîşan kir ku jina niştedagîr axaftin bi xwediyê dikanê re vekir û jê re got ku makyajên ji bo şevbuhêriyê hene?  Her wiha jê daxwaz kir ku bi rêya wattsupê peywendiyê bike da ku di wê derbarê de şîrove bike û wiha dewam kir;

Piştî derbasbûnê nîv saetê, çekdarek derbasî dikana welatiyê Kurd bû û ew tawanbar kir ku numareya hevsera wî biriye.

Nûçegihan derbarê bûyerê de ev tişt anî ziman; welatiyê Kurd xwediyê dikanê rasterast ji çekdar re got: Tu çi qas pere dixwazî? Çekdar bersiv da û wiha got: Êdî hûn ji me fêm dikin!!!

Piştî danûstandinê xwediyê dikanê çekdar da bawerkirin ku makyajê bê pere ji hevsera xwe re bibe. Çekdar razî bû û ji dikanê derket.

Milîsên Îslamî yên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn li herêma Efrînê ya dagirkirî her tiştê ku bi ber çavên wan dikeve eger taybet be yan giştî be didizin û talan dikin.

Related posts