Niştedagîr bazirganiyê bi malên Efrînê berfireh dikin … sûkan vedikin û li ser sosyal medya pêşan didin

AFRINPOST-Taybet

Li gorî çavdêriya nûçegihanê Afrinpostê li bajarê Efrînê yê dagirkirî, dizî û talanî bi şêweyekî berfireh derbarê mal û milkên koçberên Kurd û yên ku ji malên wan hatine derxistin de, tên kirin.

Girêdayî wê çekdarekî ji milîsên “El-Muntesir Billah” 6 malên koçberên Efrînê li herêma ku dikeve ser rêya stada bajêr ku di demên cuda de desteser kiribûn, firotin.

Nûçegihan navên hinek xwediyên malan belge kirin ku her malek bi 2500$ û bi navbeykariya yê bi navê “Ebû Elî” ji şêniyên gundê Ezazê, hatin firotin û navên xwediyên malan jî wiha ne; Mihemed Reşîd Hemo, Mihemed Xelîl(Keferdelê, Mihemed Nasir(Kokebê)

Milîsên “Ceyş El-Îslam” jî, mala jinebiyeke Kurd bi navê Nezîfa li taxa Eşrefiyê ku ji şêniyên gundê Hec Qasma yê Mabeta ye, desteser kir. Tevî ku jinebiya Kurd giliya xwe pêşkêşî milîsên “polîsên leşkerî” kir lê dîsa jî mala xwe nikarî vegeranda.

Sermilîsê milîsên “El-Mutesim” ê bi navê “Ebû Welîd” 2 mal li taxa Eşrefiyê bi 650$ firotin ku ew her du mal jî yên malbata “Xintik” in. Her wiha heman milîsan mala welatiyê Kurd Şêx Hemze ku li dorhêla têketina rojhilatê bajêr bi 700$ firot.

Malpera Afrinpostê li ser facebookê rastî grûpekî bi navê “Sûka Idlib El-Kebîr” hat. Di vî grûpî de reklamên taybet bi firotina malên desteserkirî û tiştên diziyê tên belavkirin.

Di vê çarçoveyê de niştedagîrekî bi navê “El-Şamî Ebû Seîd” di vî grûpî de reklama firotina gelek malan li Efrînê bi 700 $ Amerîkî dike.

Related posts