Milîsên “El-Hemze” darên welatiyekî Kurd li deşta Keferdela Jêrîn birîn

AFRINPOST-Taybet

Çekdarên milîsên “El-Hemze” yên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn bi dehan ji darên zeytûnê yên zeviyekî li gundê Keferdela Jêrîn ê girêdayî navçeya Cindirêsê birîn.

Di vê dervarê de nûçegihanê Afrinpostê li herêma Efrînê ragihand ku welatiyê Kurd Ebid El-Ruhman Nasir ji şêniyên gundê Kurzêlê yê navçeya Şêrawayê beriya hefteyekê çû nava zeviyê xwe yê zeytûnan û sosret ma.

Zeviyê welatî li deşta gundê Keferdela Jêrîn e, lê belê welatiyê Kurd dema gihaşt ser erdê xwe sosret ma. Welatî dît ku çekdarên “El-Hemze” hemû darên wî yên zeytûnê ji kokê de birîne.

Her wiha milîsên “Cebha El-Şamiyê” jî çenda darên koçberê Kurd Farûq Necar, ji şêniyên gundê Eyndarê ye, mabûn(60dar) birîn. Zeviyê welatî Necar li dorhêla kenala avê li taxa Eşrefiyê dikeve.

Beriya vê bûyerê(birîna wê 60 darî) bi demekê nûçegihanê Afrinpostê ragihandibû ku 16’ê Adara borî, milîsên “Cebha El-Şamiyê” kokên darên ku berê demekê birîbûn, hilkirin. Milîsan wê demê bi buldozerê zeviyên koçberên Efrînê bi navê Farûq Necar û heyder Şêx Hisên ku tenê kok mabûn, ew jî hilkirin.

Related posts