Li gundê Husê yê Mabetayê xortekî Kurd bidarvekirî hat dîtin

AFRINPOST-Taybet

Nûçegihanê Afrinpostê li herêma Efrînê ya dagirkirî ragihand ku roja Pêncşemê bi sibehê, xortekî Kurd bidarvekirî hat dîtin.

Xortê Kurd li gundê Husê yê navçeya Mabetayê bi dareke gûzê li nêzîkî mala ku ew û malbata xwe lê dijîn bi darekê bidarvewkirî hat dîtin.

Nûçegihanê Afrinpostê diyar kir ku navê xortên Kurd Mihemed Mistefa Yûsif ji bûyînên 2002’an e. Îro bi dareke gûzê li gel kaniya gund di nava şert û mercên nediyar de bidarvekirî hat dîtin.

Xort Mihemed Mistefa Yûsif pev malbata xwe ji ber desteserkirina milîsên “Semerqend” ji mala wan a li gundê Hec Qasma yê girêdayî heman navçeyê, niha li gundê Husê dijîn.

Related posts