Li ser her otomobîlên ku dikevin û derdikevin ji Efrînê bacên bê sedem tên sepandin

AFRINPOST-Taybet

Milîsên Îslamî yên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn ên bi navê “Ceyş El-Wetenî El-Sûrî” li ser her otomobîleke ku dikevin û derdikevin ji Efrînê bacan disepînin. Lê zêde li ser her otomobîla ku ji garajê derdikevin bacên rojane bê sedem tên sepandin.

Nûçegihanê Afrinpostê diyar kir ku milîsên Îslamî yên ku rêbendan datînin li ser her 3 têketinên Efrînê(Rêya Kefercenê, Raco û Cindirêsê) ji her otomobîleke ku dikeve bajêr û jê derdikeve 1000 L.S bê sedem distînin.

Nûçegihan da zanîn ku her otomobîleke ku ji garajê derdikeve 1000 L.S jê tê standin. Beriya bi çend rojan bûyer bi keçeke Kurd û dayîka wê ya nexweş re çêbû ku milîsan 1000L.S ji otomobîla ku ew tê de bir.

Nûçegihan destnîşan kir ku dagirkeriya Tirkî li hemberî kiryarên milîsan ên bi vî rengî bêdeng e û wiha dewam kir;

Qutkirina Enqere ji mûçeyên milîsan hişt ku kiryarên bi vî rengî bêtir derkevin pêş û dikeve xizmeta dagirkeriyê.

Sepandina bacan ji aliyê milîsên Îslamî yên Ixwan Mislimîn bi planeke ji dagirkeriya Tirkî ve di çarçoveya astengkirina sivîlên Kurd ên li Efrînê mayî de tên.

Prosesên dawîn ên sepandina bacan 27’ê Hezîrana borî dema ku çekdarên Mertala Hesekê yên milîsên “Firqeya Sultan Mûrad” bac li ser kolana “Felafil El-Şelal” li Efrîna Kevn pêk hat. Milîsan bi bihaneya dabînkirina parastina dikanên bazirganiyê 5 heyanî 10 hezar L.S li ser xwediyên dikanan sepand.

Di vê derbarê de nûçegihanê Afrinpostê ragihand ku sermilîsê milîsan ê bi navê Xelîf e û li ser 50 dikanên din ê bazirganiyê bac hatin sepandin.

Related posts