AFRINPOST
Şêwirmendê ragihandinê berê yê YPGê li Efrînê/Rojava û siyasetmedarê kurd „Rêzan Hido“ got ku Amerîka hewil jinavbirina danûstandina di navbera Serkirdeyên Kurd û Rêjîma Sûriyê de dike.
Herwisa „Hido“ ji Ajansa „Novosti“ re daye xuya kirin ku ew agahdarî wê yekê ye, ku şanderê taybet ê U.S. bo karûbarên Sûriyê „James Jeffrey“ hinek name gihandine rêveberiya xweser: ku di danûstandinên xwe yên bi Rêjîma Sûriyê re nelezînin (ecele), herwisa ewî nîşan pê daye ku di nêz de, piştî komcivîna „Nato“ ya di sibata bê de, guhertinên ku di berjewendiya Kurdan de bin, dê çê bibin.
Hêjayî gotinê ye ku „James Jeffrey“ nîşan bi girtina asîmanê bakurê Sûriyê jî kiriye.
Li gorî „Hido“ ev daxuyaniyên Amerîkî cihê gumanê ne, divê bi haydarî pêre bidin û bistînin.
Hido anî ziman ku çi derengî di girtina biryaran de ji aliyê Danûstanderan ve çê bibe, dê ne di berjewendiya „MSD“ê û ne jî di ya rêveberiya xweser de be. Herwisa navborî cihê daxê dibîne ku hîn Serkirdeyine Kurd çaveriya guhertinan di biryarên Amerîka de dikin.
Di pêdeçûna axaftina xwe de „Hido” xêrxweşiya, ew nîşanên erînî yên ku „Şamê“ li ser zimanê cîgirê wezîrê derve „Feysel El-Miqdad“ dane, dike.