An pereyan bide an jî ez ê mala te birûxînim … gotina çekdarekî beriya ku ji Efrînê biçe şerê Rojhilatê Furatê

Photo Credit To nêt

Afrinpost-Taybet
Milîsên îslamî yên girêdayî dagirkeriya tirk şantajkirinê li dijî şêniyên kurd ên li Efrînê mane wek desteserkirina mal û milkên wan berdewam dikin.


Di vê çarçoveyê de, Afrinpostê gelek rewş belge kirin ku çekdar bi zanabûn niştecihên resen ên kurd şantaj dikin wek desteserkirina niştedagîran mal û milkên wan ji dema ku dewleta tirk Efrîn ji 18’ê Adara 2018’an ve û ta niha.


Li taxa Mehmûdiyê, sermilîsekî “Ehrar El-Şerqiyê “bi şêniyekî kurd re peywendî çêkir da ku vegere Efrînê û mala wî ya li dorhêla kompaniya kehrebeyê radestî wî bikin ji ber ku ew sermilîs dê tevlî şerê li Rojhilatê Furatê bibe.


Milîsan mala wî şêniyî veguherandibûn navendeke leşkerî.


Piştî ku şênî vegerî Efrînê, çû gel sermilîsê Ehrar El-Şerqiyê da ku mala xwe jê bibe, sermilîs jê xwest ku 150 hezar lîreyên sûrî ango 250$ beramberî radestkirina malê bide.


Li gorî nûçegihanê Afrinpostê, şênî pere nedan ji ber ku milîsan bêtirî salek û nîv mal desteser kiribûn û bê pere(kirê). Ji ber vê yekê sermilîs gef li şênî xwar û got ku eger tu pereyan nedî, em ê tiştûmiştên malê ji pencere, derî û yên dîtir bişkînin û xera bikin. Vê yekê xwediyê malê neçarî dayîna pereyan beramberî mala xwe kir.


Her wiha nûçegihan diyar kir ku gelek rewşên şantajkirinê yên bi vî rengî li seranserî Efrînê çêbûne. Êdî li gundê Maratê yê bi ser navenda Efrînê ve, çekdarekî milîsên ” Lîwa Sûltan Mihemed El-Fatih beramberî ku mala şêniyekî kurd radestî wî bike pere xwestin.

Post source : taybet

Related posts