Milîsan mala Kurdekî piştî 4 salan wek navendeke leşkerî bi kar anî, firot

AFRINPOST-Taybet

Milîsên ”Cebha El-Şamiyê” yên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn mala welatiyekî Kurd li taxa Eşrefiyê ya bajarê Efrînê piştî (4) salan weke navendeke leşkerî bi kar anî, firot.

Di vê derbarê de nûçegihanê Afrinpostê ragihand ku koma bi navê ”Şamo” ya milîsên ”El-Şamiyê” mala welatiyê Kurd Mihemed Semîr Mihemed ji şêniyên gundê Dargirê yê navçeya Mabetayê bi (900$) firot niştedagîrekî ji gundê Um El-Keramîl ê girêdayî herêma ”Cebel El-Hes” li gundewarê Helebê.

Milîsan ji rojên destpêkê yên sala 2018’an mal desteser kir û kir navendeke leşkerî û tevî ku xwediyê malê li bajarê Efrînê dijî, radest nekirinê.

Tê zanîn ku bi sedan ji malbatên Kurd ên li herêma Efrînê mane, ji ber ku çekdaran gund û malên wan dagir kirine, nikarin biçin tê de bijîn. Lê zêde milîsên wê jî tevahî mal û milkên koçberên ku bi darê zorê û sûcên bi zanabûn ên bi armanca koçberkirinê û guhertina demografîk, desteser kirine.

Related posts