Ji ber teqîna tirimpêleke bombekirî 26 kes di nava wan de 6 çekdar hatin kuştin û birîndarkirn

AFRINPOST-Taybet

Roja Duşemê li nêzîkî navendeke milîsên ”Ceyş El-Îslam” li hemberî sûka ”Hal” li naverasta Efrînê tirimpêleke bombebarkirî teqiya. Di encama teqînê de (10) kes hatin kuştin û (16) jî di nava wan de zarok birîndar bûn.

Nûçegihanê me li bajarê Efrînê yê dagirkirî ragihand ku tirimpêlek li nêzîkî çerxerêya Kawa teqiya. Li gorî bîlançoya destpêkê (10) di nava wan de (4) sivîl û (6) jî çekdarên ”polîsên leşkerî” û ”Ceyş El-Îslam” hatin kuştin.

Ji nava kuştiyan Ebû Xalid Selîk çekdarê ”Ceyş El-Îslam” ji gundewarê Şamê ye, hat naskirin. Yên din jî ji ber termên wan bûbûn komir nedihatin naskirin.

Her wiha navên birîndaran jî wiha ne; Zekeriya Basilo, Mihemed Xilas, Tewfîq Mensûr, Ebid El-Hemîd El-Yûsif, Mihemed El-Hilû ji milîsên ”Cebha El-Şamiyê”, Mehmûd El-Sehar, Ramiz Setûf, Ehmed Ednan, Mihemed Hesen Zimalet, Heyder Resûl, Hecî Hemîd, Ehmed Mihemed Mihemed, Xalid El-Şêx Hesen

Nûçegihan destnîşan kir ku ji ber teqînê zirareke mezin gihîşt dikanên sûka Hal û navenda ”Ceyş El-Îslam” lê zêde hejmareke tirimpêlên li cihê teqînê jî zirar dîtin.

Piştî teqînê ”polîsên leşkerî” (2) xortên ku dema teqînê li nêzîkî cihê teqînê bûn, bin çav kirin.

Related posts