”El-Emşat” li Şiyê bi bihaneya Coronayê qedexeyê disepînin û zeviyan talan dikin

AFRINPOST-Taybet

Çavkaniyên Afrinpostê li herêma Efrînê ya dagirkirî ragihandin ku niştedagîran roja Yeşemê bi êvarê bi desteka milîsên ”El-Emşat” bi nava zeviyên zeytûnan ên şêniyên gundê Erendê yê navçeya Şiyê ketin û berhemên daran talan kirin.

Çavkaniyan diyar kirin ku komeke mezin ji niştedagîran ji 80’î kesî, darên zeytûnê yên zeviyên di navbera gundê Erendê û bajarokê Şiyê de û bi taybet yên li dorhêla guvaştgeha ”Hemaş” li deşta gundê Erendê di bin parastina milîsên ”El-Emşat” de, çinîn.

Milîsên ”El-Emşat” berî ku niştedagîran berdin nava zeviyên zeytûnan bi bihaneya belavbûna vîrûsa Koronayê, qedexeya çûn û hatinê sepand. Milîsan rêbendeke kontrolê li nêzîkî guvaştgeha ”Reşwelîkê” danî da ku şênî di wir re neçin û neyên û li pêşiya diziya niştedagîran nesekinin.

Çavkaniyan da zanîn ku zeviyên zeytûnan ên ku hatine talankirin ên malbata ”Hemaş û Kîlo” ne. Van her du malbatan derbarê dizîya zeytûnên wan de li gel milîsên ”Cebha El-Şamiyê” ku gund kontrol kirine, gilî kirin, lê belê wan jî gilî li dijî kesên nenas tomar kirin û li ser diziyê pêçan.

Tê zanîn ku milîsên ”El-Emşat” û ”Firqeya Sultan Silêman Şah” bacên darayî yên mezin li ser xwediyên wekaletan li gorî çi qas darên her zeviyekî bi ber e, sepandin. Li gorî wê her wekaletek digihêje(1000$) ango kesên ku bixwazin darên zeytûnê yên nasên xwe yên koçber biçinin, divê heyanî 1000$ jî bidin.

Related posts