Di topbarana Hêzên Rizgariya Efrînê de leşkerekî Turk hat kuştin 3 jî birîndar bûn

AFRINPOST-Taybet

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) îro baregeha ”Tiwîs” a dagirkeriya Turkî topbaran kir. Di encama topbaranê de leşkerek hat kuştin û 3 jî bi giranî birîndar bûn.

Di vê derbarê de nûçegihanê Afrinpostê ragihand ku leşkerê Turk (Tayfon Ozkosa 24 salî) ê kuştî, serbazekî deryayî ye, ew bi misyoneke leşkerî hatibû herêma Babê û li baregeha Turkî ya li nêzîkî gundê ”Tiwêsa” dima.

Her wiha (3) leşkerên Turk ên din jî birîndar bûn û ew rakirin nexweşxaneyeke bajarê Kilis ê li başûrê Tirkiyê. Lê zêde tankek jî di hundirê baregehê de hat rûxandin.

Piştî ku leşkerê Turk di topbaranê de hat kuştin, hêzên dagirkeriya Turkî gundê Sed, Simoqiyê, Til Medîq û Qol Sirûj ji saetên sibehê ve topbaran dike. Derbarê ziyanên mirovî û madî de jî ti agahiyên piştrast nehatine bidestxistin.

Related posts