Desthilatên dagirkeriyê bi armanca girtina kurê wê, jineke Kurd li Şera bin çav kir

AFRINPOST-Taybet

Milîsên ”polîsên leşkerî” roja Şemiyê 2’ê Cotmehê 2021, jineke Kurd ji mala wê li gundê Dêrsiwanê yê navçeya Şêrayê bi mebesta şantajkirina kurê wê, bin çav kirin.

Nûçegihanê Afrinpostê ragihand ku welatiya Kurd bi navê Eyşe Mehmûd Nasan(55 salî) jinebiya rihmetî Ehmed Hisên Cimo ye. Milîs bi rêya binçavkirina wê dixwazin kurê bigirin. Piştî ku milîsan  ew bin çav kir, bir navenda milîsan li bajarê Ezazê.

Nûçegihan da zanîn ku kurê jina girtî li derveyî herêma Efrînê ye ku milîs idîa dikin ku ew fermandarekî QSD’ê ye.

Derdora 2 heyvan welatî Eyşe li Şehbayê bû, lê belê dîsa vegeriya Efrîna dagirkirî û li wir hat binçavkirin. Milîs beramberî berdana wê daxwaza kurê wê Mihemed dikin.

Related posts