Milîsên Ixwanî welatiyekî Kurd li gundê Celemê revand û daxwaza (3000$) dikin

AFRINPOST-Taybet

Milîsên ”Feyleq El-Şam” roja Şemiyê 2’yê Cotmehê 2021 welatiyekî Kurd li gundê Celemê yê navçeya Cindirêsê bi tawana ku berê dema Rêveberiya Xweser tevlî nava refên YPG’ê bûye, revand.

Di vê derbarê de nûçegihanê Afrinpostê ragihand ku welatiyek bi navê Mihemed Kinco(23) salî ji mala wî hat revandin û ta niha cihê wî nediyar e.

Nûçegihan destnîşan kir ku milîsan ji malbata wî(3000$) beramberî berdana wî xwestiye.

Di nava meha Îlonê ya derbasbûyî de, Afrinpostê revandin û binçavkirina (35) welatiyan li deverên cuda yên Efrîna dagirkirî belge kirin. Her wiha (12) welatî jî ku di nava wan de hinek girtî demeke dirêj di zîndanên dagirkeriya Tirkiyê de bûn, beramberî pereyan hatin berdan.

 

Related posts