Kirîn û Firotina xanîber û zeviyan li Efrîn û Cindirêsê zêde dibe

AFRINPOST-Taybet

Afrinpost bi rêkûpêk prosesa kirîn û firotina xanîber û zeviyên zeytûnan di navbera şêniyên Efrînê û niştedagîran de bi awayekî veşartî û nerewa li bajarê Efrîn û Cindirêsê dişopîne.

Di vê çarçoveyê de welatiyê bi navê Mihemed Ebdo ji şêniyên gundê Eyn Hecerê yê navçeya Mabeta ye, serbanê avaniyeke niştecihiyê bi rûpîvana (215 M) li ser rêya servîs a taxa Eşrefiyê li kêleka şîraniyên Şiblî ye, bi (20000$) firot niştedagîrekî bi navê Mistefa Oso ji bajarokê Heyanê yê gundewarê Helebê ye ku wî jî(4) şiqe(apartman) li ser ava kirin.

Her wiha welatî Elî Xelîl Binawî jî, erdek bi rûpîvana (310 M) li ser rêya Qos, rêya Efrîn-Heleb bi (32000$) firot niştedagîrekî bi navê Mihemed Oso ji bajarokê Heyanê yê gundewarê Helebê ku ta niha du apartman li ser ava kirine.

Di heman çarçoveyê de welatî Mihemed Umer ji şêniyên gundê Kaxirê yê navçeya Mabetayê ”xaniyekî erebî” li taxa Efrîna Kevn firot niştedagîrekî ji Idlibê. Ew niştedagîr niha wê deverê ji bo avakirina avaniyekê amade dike.

Li navçeya Cindirêsê jî, kirîn û firotina xanî, erd û zeviyan bi rengekî veşartî û bêdestûr dewam dike. Ji ber vê yekê buhayên erd û darên zeytûnê bilind bûne.

Li taxa Yelanqûzê ya bajarê Cindirêsê zeviyekî zeytûnan bi (170000$) hat firotin ku her dareke zeytûnê bi 800$ hatiye firotin.

Hinek çavkaniyên taybet ji Afrinpostê re gotin ku niştedagîrên ji Xûtaya Rojhilat û bajarokê Êncarê yê gundewarê Helebê bi awayekî zêde xanî, erd û zeviyan ji şêniyên Efrînê yên resen dikirin. Çavkaniyan destnîşan kirin ku rêxistinên ”Ixwanî” pereyên pir didin niştedagîran da ku erdên şêniyên resen bikirin û di encamê de demografiya herêmê biguherin.

Related posts